Rejima sîyonîst êrîşê Yemenê kir: 1 şehîd, 1 birîndar

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Derdor û Tenduristî ya Yemenê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku heta niha di êrîşa îşxalkeran de sîvîlek şehîd bû, 11 kes jî birîndar bûn. Di navbera cîhên ku hatin hedefgirtin de Benderên Hudeyde û Salîfê jî hene.
Wezaret, di daxuyanîya ku da de, bal hat kişandin ku êrîşên ku hatine lidarxistin rasterast sîvîlan hedef digrin û van êrîşan jî bi zelalî îxlala hiqûqa însanî ya navneteweyî ye.
Hat îfadekirin ku rewşa hinek birîndaran giran in, li nexweşxaneyê jî banga bexşên xwînê hat kirin.
Wezareta Parastina Yemenê jî di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku ev êrîşa ku rejima sîyonîst li dar xistîye wek “êrîşdarîyekî kustex e” nirxand û destnîşan kir ku ew ê van êrîşan bêbersiv nemînin.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ev êrîşa qelleş a li dijî Hudeydeyê, ew ê îredaye gelê Yemenê neşkîne hêzên me yên berxwedanê di bersiva ku bidin de bibiryar in.”
Gelê Yemenê, bi pêşengîya Ensarullahê piştgirîya xwe ya ji gelê Filistînê re berdewam dike. Bi taybetî li dijî êrîşê Xezzeyê Yemen jî di warê leşkerî û sîyasî de bersivê dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Emrîkayê ji ber bablîsok û bahozê li wîlayeta Kentuckyê 14, Missouri 7, Virginiayê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Rêberên Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê li hember qeyrana mirovî ya li Xezzeyê hişyariyek tund dan rejîma sîyonîst û xwestin ku dorpêçê rake û tavilê agirbestê pêk bîne.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.